CÎRAN CÎRAN

CÎRAN CÎRAN

Roj: Înê
Saet:20.20
Çêker: Songül Korkutan
Senaryo: Murat Batgi

Riya du malbatên ku yek ji Londonê yê din ji Diyarbekir tê, li İstanbulê di apartumanek de rastî hev tên. Yekê ji wan taybetiyên Londonê, yê din taybetiyên Diyarbekirê anîne apartumanê. Yek rojhilatî yê din qaşo rojavayî. Yek gundî yê din qaşo bajarî ye.
Di malbata Salim Elîaçık de konsepta Şermîn Xanimê her tiştî diyar dike. Her tişt li gor program û plan divê bimeşe. Salim jî qaşo çikûs e lê di apartumanê de çi bûyer diqewimin bila biqewime di dawiyê de dîsa pere ji bêrîka wî derdikevin. Di malbata Dawut Durgun de jî kontrol ketiye destê Münevver Xanimê lê ew jî gelek caran bêçare ye. Siya baskên wê her tim li ser zarokên wê ne. Zinar, kurê Münevver Xanimê, xortê jîr û çeleng e. Hinek jî bi niyeta ku wê keçikên xweşik bibîne tê İstanbulê. Û gula dilê xwe jî di demek kurt de dît. Ew jî Zelal e. Zelal keça Şermîn Xanima cîrana wan e. Lê zehmet e ku Zinar û malbata wî li gor konsepta diya Zelalê yanî Şermîn Xanimê tevbigerin. Lewre bela serê herkesê ye Şermîn xanim. Pîra Gülizara ku di daireya ser daireya Şermîn Xanimê de rûdine jî bela serê şermîn Xanimê ye. Erebe çawa bê benzîn naxebite Pîra Gülzar jî wisa bê gûz nikare bijî. Erê bila bixwe, noşîcanê wê be lê ew gûz tev de li ser serê Şermîn Xanimê têne şikestin.
Şêxo dergevanê apartumanê ye. Xecê jî Xanima wî. Pir dixwazin zarokek wan çêbe lê mixabin hê tiştek tune. Ji hêla din ve maeşê Şêxo têrî wî nake. Her tim çavê wî li karê duyem, sêyem, çarem, heta bîst û çarem e. Derdê wan ne besî wan e, di bodromek biçûk de, Silhedînê serkundir ku ji karê elektirîkê, sîwaxê, restorantê, qamyonê û matematîkê fêhm dike jî derdê ser derda ye.Bi kurt û kurmancî, di apartumanek de, du malbatên ji hev ne razî, li ser wan pîra ku bela serê herkesî. Di bin de jî, dergevan Şêxo û Xecê û supermen Silhedîn û çîrokên wanên rojan e. Di nav vê teşqeleyê de evîna Zinar û Zelalê. Evînek ku xuyaye wê bigihêje encamek. Û gul û çîçekên apartûmanê zarokên şêrîn û xweşik Koçer û Nûdem. Û Xemgîniya Apartumanê, sêwiya mala Münevver Xanimê, Kiyan.
Cîran Cîran wê bi kenên ji dil sohbeta nava mala we û bi evînê jî dilê we germ bike.